PeyamaKurd – Ajansa Îstîxbarata derve ya Îsraîlî Mossad ragihand ku wan serokê tîmeke kujerên Îranî bi îdiaya plana kuştina karsazên Îsraîlî li Qibrisê, li ser axa vî welatî girtine.
Ajansa Îstîxbarata derve ya Îsraîlê Mossad ku bi bersivên xwe yên kêm ji medyayê re tê naskirin, vê carê daxuyaniyek da û îdia kir, serokê tîmeke kuştinê li ser axa Îranê girtiye.
Di daxuyanîya hat dayîn de hat diyarkirin, kesê ku hatiye desteserkirin ji îfadeyê re "îtirafên berfireh" kiriye. Hat destnîşankirin, agahiya hat bidestxistin bi rayedarên Qibrisê re hat parvekirin û yekîneyên ewlehiyê hucreya li giravê belav kirin.
Servîsa îstixbaratê di daxuyaniyekê de got: "Em ê xwe bigihînin her kesê ku terorîzmê li dijî Cihû û Îsraîlî li çaraliyê cîhanê, di nav de li Îranê, gurr dike."
Qibris û Îranê heta niha li ser daxuyaniya Mossadê daxuyanî nedane.
Îsraîl jî tomareke vîdyoyî belav kir ku tê de Yusuf Şahbazî Abbasalilu ku wî wek serokê şaneya kujerên Îranê binav dike, dibêje ew fermanan ji Pasdarên Şoreşa Îranê werdigirin.
Di qeyda vîdeoya navborî de gumanbarê ku li Qibrisê hedef tesbît kiriye, wêneyên malê kişandiye, lê piştî hişyariya ku ji aliyê polîsan ve hatiye şopandin ji giravê derketiye û çûye Îranê.
Di daxuyaniya MOSSADê de herwiha hat destnîşankirin ku piştî îtîrafan avahiya hucreyê ya li Qibrisê ji aliyê yekîneyên ewlehiyê ve hatiye belavkirin.
Agahiyên li ser çawa, li ku û kengê operasyona girtina li dijî ekîba sûîqestê li ser axa Îranê hat kirin, nehat parvekirin.
Azeriyekî li Qibrisê jî bi tohmeta ku plana kuştina Îsraîliyên li giravê dijîn, tê dadgehkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin