Di navbera Qatar, Emarat û şîrketên petrolê yên Japonyayê (Yaban)de, li seha bi navê El-Bunduqê, bo derxistina petrolê û pêşdebirina wê peymana îmtiyazê hat îmzekirin.
Şîrketa Qatarê ya fermî Qatar Petroleum û li ser navê hukumeta Emaratan Abû Dabî Supreme Petroleum Council, Şîrketa netewî ya Petrolê ya Abu Dabi (ADNOC), şîrketa Japonyayê Al-Bunduq ltd.peymanê di navbera xwe de îmze kirin. Payman bo dewama derxistina petrolê û dewlemendkirina petrolê ye.
Piştî krîza Hezîrana sala 2017an ev cara yekeme ku di navbera Qatar û Emaratan de Peyman tê îmzekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin