Nûçegîhanê diyariya Pulitzerê sitendibû li Afganistanê hat kustin

Nûçegîhanê diyariya Pulitzerê sitendibû li Afganistanê hat kustin

PeyamaKurd – Nûçegîhanê wêneyan Danish Siddiqui ku bi wêneyên xwe ji Pulitzerê diyarî sitendibû, li Afganistanê hat kuştin. Siddiqui dema pevçûnên li Afganistanê dişopand hat kuştin.

Reutersê diyar kir, Siddiqui dema li ser sînorê Pakistanê pevçûnên di nabera Taliban û Hikumeta Afganistanê dişopand hatiye kuştin.

Talibanê van rojên dawî herêma Sin Boldak ku cihek stratejîk e bi dest xistibû, Hikumeta Afganistanê ji bo vê herêmê dîsa bi dest bixe dest bi êrîşan kir û hat gotin ku di vê pevçûnê de rojnameger Siddiqui û serleşkerekî Afgan hatine kuştin.

Herwiha li aliyê din pevçûnên dijwar didomin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin