Berdevkê HDPê: Gelo karê we bi penaberên Sûrî re qediya?

Berdevkê HDPê: Gelo karê we bi penaberên Sûrî re qediya?

PeyamaKurd - Berdevkê HDPê Gunay Kubîlay li ser mijara biryara hikumeta Tirkiyê ya dersînorkirina penaberên Sûriyê bertek nîşan da û got: “Çi bû karê we bi penaberên Sûriyeyê re qediya gelo?”

Kubîlay bal kişand ser êrîşên nijadperestî yên li Tirkiyeyê û bûyera li Trabzonê ya li dijî geştiyarên Başûrê Kurdistanê û diyar kir: “Di rojên dawî de êrîşên nijadperestî zêde dibin û derketine asta herî jor. Çend roj berê li Trabzonê êrîşê kurdên Başûrê Kurdistanê kirin. Ev êrîş ji bilî zimanê nijadperest ê siyasetê wêdetir ne tiştekî din e. Ev bûyer ne tenê li Trabzonê pêk tê. Her roj li rojavayê Tirkiyeyê gelek bûyerên wisa xemgîn diqewimin. Li dijî Kurd û çanda kurdî êrîş derketine asta jor.”  

 Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gunay Kubîlay li ser biryara dersînorkirina penaberên Sûrî jî da zanîn ku êrîşên nijadperestî bi heman rengî li dijî penaberên ji Sûriyê hatdine jî pêk tên û wiha axivî:

“Bi van êrîşan re carek din durûtiya îktîdarê ya li hember penaberan xwe da eşkerekirin. Îro penaberan li bajaran kom dikin, qedexe datînin pêşiya wan û dixwazin dersînor bikin. Ew yên penaberan dersînor dikin ne ew kesên ku digotin ‘em tevgera Ensar in, em hembêza xwe ji xwişk û birayên xwe yên Sûriyeyê re vedikin.’ Çi bû karê we bi penaberên Sûriyeyê re xilas bû? Ferasetek wisa siyasî ewqas riyakar, ewqas berjewendîperest û ewqas bêrêgez dibe gelo?”  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin