Berpirsê Îsraîlî banga rawestandina êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê li civaka navdewletî kir
PeyamaKurd - Berpirsekî Wezareta Derve ya Îsraîlê bang li civaka navdewletî kir ku zextê li Tirkiyeyê bikin ji bo êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne.
Rêveberê Giştî yê Wezareta Derve ya Îsraîlê Eden Bar Tal, di civîna ligel medyakarên biyanî ya li Tel Avîvê de, ji bo Rojavayê Kurdistanê bang li civaka navdewletî kir.
Eden Bar Tal got, “Divê Tirkiye êrîşên xwe yên ser Kurdên li bakurê Sûriyeyê rawestîne” û diyar kir: “Divê civaka navdewletî bang li Tirkiyeyê bike ku êrîşan û kuştinê rawestîne. Divê Kurd ji aliyê civaka navneteweyî ve werin parastin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye çend roj berê jî Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar gotibû: “Divê êrîşên ser Kurdan ên wekî li Minbicê werin rawestandin û civaka navdewletî wan biparêze ku bi mêrxasî li dijî DAIŞê şer kirine.”
Saar herwiha dabû xuyakirin ku ew wek Îsraîl bi Kurd û Durziyan re di pêwendiyê de ne.
Eden Bar Tal da zanîn ku Îsraîl ji bo gihiştina lihevkirineke berdana dîlên xwe yên li Xezeyê bi biryar e, lê Hemas astengiyan derdixe û got, “Tekane astengiya li pêşiya berdana dîlan Hemas e.”
Ev nivîs 80 car hatiye xwendin.