Bersiva Rojava ya li ser rapora Amnesty: Delîlan biweşînin!

Bersiva Rojava ya li ser rapora Amnesty: Delîlan biweşînin!

PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îdiayên îşkencekirina endamên girtî yên rêxistina çekdar û endamên malbatên wan, ku di rapora Rêxistina Lêborîna Navdewletî ya hefteya borî de hat weşandin, red kir.

Sekreterê Giştî yê Amnesty International Dr. Agnès Callamard di raporta xwe ya Nîsanê de got ku HSD "sûcên şer ên mîna îşkence û muameleya xerab kir. Dibe ku sûcên şer ên mîna kuştinê kiribin."

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Rojava de hat gotin, "Derbarê îdîayên îşkence û kuştina bi qest de, Rêveberiya Xweser rêzê li yasayên qedexekirina van kiryarên neqanûnî û erka xwe di pratîkê de digire. Em li gorî qanûnên navneteweyî tevdigerin."

Di daxuyaniya xwe de, Rêveberiya Xweser diyar kir ku tawanên ku hatine kirin "kiryarên takekesî" ne û bang li Rêxistina Lêborîna Navdewletî kir ku belgeyên di destê wan de derbarê hêzên ewlehiyê de belav bike "da ku tawanbar bên sizakirin".

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em jî ji bo hevahengiyê bi Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî re li ser pêşniyarên wê re vekirî ne, ku pêwîstî bi hewldanên xurt ên herêmî û navneteweyî heye."