‘Bila parlamentarên çûne nav Hesda Seibî bibin opozîsyona Bexdayê, ne ya Kurdistanê’

‘Bila parlamentarên çûne nav Hesda Seibî bibin opozîsyona Bexdayê, ne ya Kurdistanê’

PeyamaKurd – Hejmarek parlamenterên esil kurd ên ku neyartiya herêma Kurdistanê dikin, beşdarî nav fraksiyonên bi ser Heşda Şeibî ve bûne ku li Bexdayê dixwazin fraksiyoneke opozîsyonê li dijî herêma Kurdistanê tevî hejmarek parlamenterên şîe ava bikin.

Li ser vê hewldanê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve bertek têne nîşandan ku ev yek wekî hewldaneke neyartiya Herêma Kurdistanê tê nirxandin.

Çavdêrê siyasî Soran Sêwkanî li ser mijarê ji BasNewsê re daye xuyakirin, parlamenterên neyar bila bibin opozîsyona Bexdayê ne ya Herêma Kurdistanê.

Soran Sêwkanî wiha axivî: “Ew muxalefetê ango opozîsyonê li hember kî dikin? Eger dijî herêma Kurdistanê be, ew yek cihê pêkenînê ye. Ji ber eger opozîsyon bî divê nav parlamentoya xwe de be, ne li derve. Eger opozîyona hikûmeta navendî jî bikin wê demê temam raste, lê mixabin ew hin jîr û lêhatî nînin ku bikarin opozîyonbûnê li dijî Bexdayê bikin. Karê wan pêwîst bû bo dabînkirina mafên xelkê Kurdistanê bûya, ne li dijî herêma Kurdistanê. Metirsî jî li ser herêma Kurdistanê bi wî karê ku ew dikin ji xwe ji vê zêdetir jî nabe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin