Li Lîbyayê di belemekê de 67 koçber xeniqîn

Li Lîbyayê di belemekê de 67 koçber xeniqîn

PeyamaKurd - Li Behra Spî peravên Lîbyayê duh ber bi êvarê belema koçberan boqav bû û 67 kesên di belêmê de xeniqîn. Herwiha 30 penaber jî hatine rizgarkirin.

Li gorî zanyariyên berdest, li peravên paytextê Lîbyayê bajarê Trablusê belemek koçberan bin av bû. Masîgirekî derbarê bûyera ku li peravên Lîbyayê çêbû agahî dayê û gotiye ku ji koçberan 30 kes hatin rizgarikirin, 67 kes jî xeniqîn.

Li gor gotina çavdêrên bûyerê, masîgiran li gor saeta herêmî derdora saet 17.00an li peravên Trablusê belema ku hewa tê de nemaye û derdora wê gelek koçber ku ketine behrê dîtine.

Hat gotin ku masîgir ji bo alîkariyê li hêzên Asayîşa Qeraxan a Lîbyayê geriyan, lê asayiş negihiştiye hawara wan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin