Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê serdana Efrîn û Izazê kir

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê serdana Efrîn û Izazê kir

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, bi helkefta Cejna Qurbanê, roja Sêşemê 20ê Tîrmeha 2021 serdana bajarên Efrîn a Rojavayê Kurdistanê û Izazê li bakurê Helebê kir.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu bi helkefta Cejna Qurbanê, do li gel cîgirê xwe Mehmet Ersoy, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Arif Çetin û Rêveberê Giştî yê Asayişa Tirkiyê Mehmet Aktaş, Parêzgarê Kilisê Recep Soyturk û Parêzgarê Hatayê Rahmî Dogan serdana bajarên Efrîn a Rojavayê Kurdistanê û Izaz ê li bakurê Helebê kiriye.

Suleyman Soylu li Efrînê destpêkê serdana Navenda Alîkariyên Mirovî û Nexweşxaneya Şîfa kiriye û paşê çûye serdana Biryargeha Operasyonên Taybet a Polîs li Efrînê û li wê derê ji polîsan re gotarek daye.

Piştre Soylu serdana bajarê Izazê li bakurê Helebê û bakurê rojhilatê Efrînê kiriye.

Ew serdana Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ji bo nav axa Sûriyê di demekê de ye, ku li gor Destûra Netewên Yekbûyî û hiqûqa navdewletî, rayedarên ti welatekî nikarin bêyî agahdarî û rêpêdana welatê mazûvan, serdana beşek ji axa wî welatî bikin.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, Soylu di axavtina xwe de îdia kiriye ku Tirkiyê ti cihek wêran nekiriye û zilim li ti ol û baweriyekê nekiriye. Soylu daye zanîn: “Me zilm û zordarî nebiriye ti cihekê ku em çûne, em bi misilmantiyê hatine mohrkirin. Me ti cihê ku em çûnê, me wêran nekir. Me zilm li ti ol û baweriyekê nekir. Ji ber ku fermana Xwedê heye. Mirov afirîdên herî bi rûmet e.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê li Efrînê di beşeke din a axavtina xwe de, siyaseta Tirkiyê û welatên rojavayî daye ber hev û bi anîna mînakên, destwerdana Tirkiyê li Nagorno Karabax û Lîbyayê û herwiha rola welatên rojavayî li Bosna û Herzeguvîn û Filistînê, Tirkiye weke alîgirê heq û başiyê û welatên rojavayî jî weke alîgirê batil û neheqiyê pênase kiriye.

Soylu eşkere kiriye: “Em hemû Karabaxê nas dikin, xirabî li wir serdest nebû. Em bi komkujiyên li Srebrenica, li navenda Balkanê, li ber çavên hemû cîhanê dizanin. Enî û banê West wekî xalek reş hatibû nivîsandin. Ew wek lekeyeke reş li ser eniya weltên rojavayî hat nivîsandin. Em Lîbya, Filistîn nas dikin. Wisa dixuye ku em li kêleka heqê (rastiyê) ne, ew jî li aliyê batil (çewt) in. Em li kêleka qenciyê ne û ew jî li aliyê xerabiyê ne. ”

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Adara 2018an ve di kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên Sûrî yên girêdayî wî welatî de ye.

Artêşa Tirkiyê di dawiya zivistana 2017an de êrişî herêma Efrînê kir û piştî nêzîkî du mehan şer, hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Rêveberiya Xweser ji herêmê vekişiyan û Efrîn ji aliyê Tirkiyê ve hat dagîrkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê herwiha di serdana xwe ya bo bajarê Izazê li bakurê rojhilatê Efrînê û nêzîk sînorê Tirkiyê jî kir.

Soylu li wê derê jî serdana Rêveberiya Asayişê kiriye û diyar kiriye, Tirkiyê berovajî welatên Ewropayê di şerê Sûriyê de pişta xwe neda gelê Sûriyê.

Li Izazê jî Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê axavtinek kir û destnîşan kir: “Em ji bo pîrozkirina cejna we, malbatên we û Izaziyên li cem we hatine. Ger me pişta xwe zivirandibûya, em dê di ezmûna Xwedê de maban. Em spasiya Recep Tayyip Erdogan dikin. Ji bo ku rêya rast ji me re xêz kir. Dema ku cîhana rojava di van mijaran de bêdeng ma, em li keştiya wan siwar nebûn. Me pişta xwe neda birayên xwe. Em li hember vê çewisandinê bêdeng neman. Em li hember tiştê ku li zarokan, jinan û pîran hat kirin bêdeng neman.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin