PeyamaKurd- Hat ragihandin ku bi navbeynkariya Amerîkayê Emarat û Îsraîl, bi dizî li hemberê Îranê civînan û îttîfaqan dikin. Li gor ragihandina rojnameya Wall Street Journalê ya Amerîkayê ku agahiya nûçeya xwe ji rêvebirekî Amerîkayê sitendiye, rêvebirên Îsraîlê û Emaratan di mijara “li dijî Îranê parvekirina agahiyan û koordinasyon” ê de civînên bi dizî kirine.
Civîn ji aliyê temsîlkarê Amerîkayê yê taybet bo Îranê Brian Hook de hatine kirin ku civîna yekem di baharê de û ya dinê di demeke nêz de hatiye kirin. Rêvebirên Amerîkayî gotine ku hevdîtinên di navbera Emarat û Îsraîlê de, di têkiliyên bi Îranê re, di seha dîplomatîk, leşkerî û îstîxbaratî de ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin