PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di merasîma pêşkeşkirina nameyên balyozên 18 welatan ên li Rûsyayê de pesnê Tirkiyê da û got, ‘Partneriya Rûsya-Tirkiyê stratejîk e.”
Pûtîn di merasîmê de behsa Tirkiyê û Serokomarê Tirk Recep Tayip Erdogan kir û got, “Gelek projeyên me yên balkêş û hewldanên me yên hevbeş hene. Hewlên Rûsya û Tirkiyê bo asayîkirina rewşa Sûriyê û destpêkirina proseya aştiyê ji bo îstiqrara navdewletî hokareke girîng e.”
Pûtîn herwiha da zanîn ku şirîkatî û hevkariya Rûsyayê ya bi Tirkiyê re di asta starejîkbûnê de ye û diyar kir ku ew tim bi Erdogan re di nav danûstandinê de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin