DAISê êrîsek pêk anî: Sivîlek hat kustin

DAISê êrîsek pêk anî: Sivîlek hat kustin

PeyamaKurd – Li du gundên Dêrazorê, terorîstên DAIŞê êrîşek pêk anîn û di encamê de sivîlek hat kuştin.

Li gor Çavdêriya Mafên Mirovan “SHOR’ê diyar kir, terorîstên DAIŞê li gundê Cidêda êrîşî sivîlekî kirin û bi guleyan ew kuştin.

Herwiha DAIŞê hemwextî êrîşî gûndê Sicêr yê Dêrazorê jî kir, li vî gundî jî mala sivîlekî kir armanc.

SHORê bi bîr xist, li Helebê, Dêrazorê, Reqa, Hesekê û Minbicê ji 2018an heta 2021an 764 kes bi destê DAIŞê hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin