Cûdî û Gabar dîsa hatin qedexekirin
PeyamaKurd - Ji bo çûnûhatina Çiyayê Cûdî û Çiyayê Gabarê yên parêzgeha Şernexê ya bakurê Kurdistanê dîsa qedexeya çûnûhatinê hate ragihandin.
Parêzgariya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê qedexe sibe (10ê Gulanê) dest pê bike û 15 rojan bidome.
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, Çiyayê Cûdî û Çiyayê Gabarê wekî “herêma ewlehiyê ya taybet” hatine destnîşankirin û wê welatî heta 24ê Gulanê nikaribin biçin van çiyayan.
Dewleta Tirkiyeyê, bi salan e li bakurê Kurdistanê, bi angaştên ewlehiyê li gellek deverên gundewaran qedexeyan radigihîne.
Herî dawî mehek berê çûnûhatina Çiyayê Cûdî û Çiyayê Gabarê di çarçoveya yasaya leşkerî de hatibû qedexekirin.