PeyamaKurd - Piştî ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ragihand ku ew li Sûriyê ango bi taybet li Rojavayê Kurdistanê hêzên nû bicih dikin Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî daxuyanî da.
Berdevkê Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê, Bill Urban, li ser hesabê xwe yê tiwîterê got: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hewl nade ku bi tu dewletekê re li Sûriyê şer bike. Lê eger were xwestin, ew ê parastina hêzên hevpmaniyê bike.”
Bell Urban herwiha got ku ew karwana leşkerî ji radarên sentînal, balafirên şer û zirpoşên Bradly û serbazên Amerîkî pêk hatiye.
Beriya niha jî hatibû ragihandin ku Amerîka piştî kêmkirina hêzên xwe yên li Iraqê, li Sûriyê deverên jêr kontrola HSDê hêzên nû bicih dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin