Chris Van Hollen: Amerîka bi tundî li dijî êrîşên Tirkiyê yên ser Rojava ye

Chris Van Hollen: Amerîka bi tundî li dijî êrîşên Tirkiyê yên ser Rojava ye

PeyamaKurd – Senatorê bi bandor ê Amerîkî Chris Van Hollen got, ew bi tundî li dijî êrîşên Tirkiyê yên bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ne wan ev yek gelek caran ji Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re gotiye.

Endamê Kongreya Amerîka yê Demokrat Chris Van hollen ji nûnerê Rûdawê yê Washingtonê re axiviye û bal kişandiye ser, “Ger Tirkiye rastî êrîşên PKKê û aliyekî din bê mafê wê yê xweparastinê heye, lê HSD pêkhateyeke cuda ye û ew di şerê DAIŞê de şirîka Amerîkayê ye u divê em vê şirîkatiyê biparêzin.”

Hollen li ser çareserkirina pirsa Kurd li Sûriyê jî gotiye, pêwîst Amerîka li ser parastina mafên Kurdan di çarçoveya çareseriya krîza Sûriyê de piştrast be û ev jî di berjewendiya Amerîkayê de ye.

Senatorê Amerîkî got, “Her çiqasî zehmet be jî, em dikarin li Sûriyê bigihin çareseriyekî ku sempatiya min a bo Kurdan jî tê zanîn. Divê Amerîka jî vê polîtîkaya xwe ya bihêz bo wan nîşan bide.”

Herwiha Hollen li ser Başûrê Kurdistanê jî diyar kir, Amerîkayê girîngiya Herêma Kurdistanê di nav Iraqa Federal de fêm kiriye û pêwendiyên wan ên pir baş bi partiyên Kurd re hene û ew dixwazin wan pêwendiyan berdewam bikin.