9 mirin û 651 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

9 mirin û 651 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 651 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 9 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro Sêşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 651 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 84 kes li Hewlêrê, 253 kes li Silêmaniyê, 214 kes li Duhokê, 11 kes li Helebce û 89 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 9 kes ji ber vîrusê mirine ku ew jî 2 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 4 kes li Duhokê û 1 kes li Germiyanê ye.

Herwiha hat eşkerekirin ku 860 kes jî ji vê nexweşiyê rizgar bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 166702 kesan, ya mirinan bû 4238 kes û heta niha 151501 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin