PeyamaKurd - Fermandeyê hêza parastina jîngeha Herêma Kurdistanê Samîr Sabir ragihand ku wê dadgeheka taybet ya ji bo parastina jîngehên Kurdistanê bê avakirin. Sabir bo malpera PDK ragihand ku piraniya xelkê Kurdistanê li pey qanûn û pîvanên jîngehên Kurdistanê diçin lê yên wan binpê dikin tên cezakirin.
Niha qanûnek taybet ji bo parastina jîngehê tê amadekirin. Hinek ji wê temam bûye û yên mayî wê di nêz de temam bibe. Kesên qaîde û pîvanan binpê bikin wê li gor asta sûcên wan, ji bo wan ceza bê danîn. Darizandin wê ji aliyê dadgeha taybet ya nûh de bê damezrandin ve bê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin