DAISê li Xaneqînê 8 sivîl revandin û 2 jî kustin

DAISê li Xaneqînê 8 sivîl revandin û 2 jî kustin

PeyamaKurd – Li gorî zanyariyên xwecihî, terorîstên DAIŞê li herêma di navbera Xaneqîn û bajarokê Kifriyê de 8 welatiyên sivîl revandin û 2 kes jî kuştin ku termê wan îro hatin dîtin.

Hat zanîn ku 8 sivîlên hatine revandin ji Xaneqîn, Qeretepe û Gûlalê ne ku herwiha DAIŞiyan 2 wesayîtên wan jî revandine.

Îro cenazeyê du sivîlan ku yek jê xwendekar e, li nêzîkî gundên Narên û Qeretepeyê hatine dîtin û ji bo lêkolînê cenaze bo nexweşxaneya Qeretepeyê hatin veguheztin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin