Demên çûna trêna turîstîk a Enqere-Diyarbekirê hat eşkerekirin: Îro destpê dike
PeyamaKurd – Trêna Tûrîstîk a Enqere-Diyarbekirê ya ku herî dawî hat îlankirin îro sefera xwe ya ewil dike.
Yekemîn sefera trêna turîstîk a Enqere-Diyarbekirê îro di saet 15.55an de ji Enqereyê radibe. Trên wê 21ê Nîsanê roja Yekşemê saet 12.00an ji Diyarbekirê here.
Trên ew ê her roja Înê ji Enqereyê derkeve.
Wê di navbera 19ê Nîsana 2024-14ê Hezîrana 2024an de bi seferên Înîyê ji Enqereyê û di navbera 21ê Nîsana 2024-16ê Hezîrana 2024an de bi seferên roja Yekşemê ji Diyarbekirê re xizmetê bide rêwiyan.
Trêna Tûrîstîk a Enqere-Diyarbekir-Enqere ya ku wê li ser rêya Enqere-Diyarbekirê bi dirêjahiya 1051 kîlometroyan bimeşe, ji 9 nivînan û 1 erebeya xwarinê ya ku 180 kes tê de cih digire pêk tê.
Trên di sefera Enqere-Diyarbekirê de wê 3 saetan li Meletiyê, di sefera Diyarbekir-Enqereyê de ji bo geştiyariyê 4 saetan li Yolçati û li Kayseriyê jî 3 saetan ji bo armancên tûrîzmê raweste û derfetê bide ku rêwî nirxên dîrokî û çandî yên li wir bibînin.