PeyamaKurd- Kêm rojek hebe ku kolberên Kurd yên li rojhilatê Kurdistanê neyên birîndarkirin an kuştin. Vê carê jî li bajarê Şînoyê leşkerên Îranê bi sîlihan raste rast bera kolberan dan û du kolber birîndar bûn.
Li gor ragihandina Dezgeya Mafên Mirovan a Hengawê li bajarê Şînoyê du kolber ji aliyê pasdaran de hatin birîndarkirin. Birîndarê bi navê Ebdulqadir Cesûrî xelkê gundê Nelosê ye û Necmeddîn Ispank xelkê gundê Sofya ye.
Hêzên Îranê heywanên wan kuştine û dest danîne ser barên wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin