Devlet Bahçelî bi şandeya DEM Partiyê re civiya

Devlet Bahçelî bi şandeya DEM Partiyê re civiya

PeyamaKurd - Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî di Resepsiyona 23ê Nîsanê ya li Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) de bi şandeyeke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (Partiya DEM) re civiya.

Bahçelî û şandeya DEM Partiyê demekê sohbet kirin.

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî bi şandeya DEM Partiyê re civiya. Erdogan silav da şandeyê û 23ê Nîsanê Cejna Serweriya Neteweyî û Zarokan pîroz kir.