PeyamaKurd – Weke her sal bi boneya Cejna Qurbanê Dezgeha Alîkariya Barzanî goştê qurbanan li ser 20 hezar malbatên hejar û kêmderamet dabeş dike.
Berpirsê Ofîsa Hewlêrê ya Dezgayê Alîkariya Barzanî Stav Aso ji K24ê re diyar kiriye, “Her sal kampanyayeke me ya qurbanîdanê heye. Kampanyaya me îsal bi berfirehkirina li Herêma Kurdistanê, hin bajarên Iraqê û Rojavayê Kurdistanê (Rojava) berdewam dike.
Stav Aso daye zanîn, “Li hinek cihan em bi hevkariyê kampanya xwe didomînin. Weke mînak em bi hev re li gel Heyva Sor a Îmarata Erebî li Herêma Kurdistanê dikin.”
Di vê cejnê de li Herêma Kurdistanê 110 golik û 33 beranên qurbanê ji aliyê weqfê ve hatin serjêkirin. Li bajarê Efrînê yê Rojava wê 230 beranên qurbanê bên serjêkirin û li ser her malbatekê 2 kîlo goşt bê belavkirin.
Stav Aso eşkere kiriye, wê îsal 20 hezar malbat ji goştê qurbanê sûd werbigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin