PeyamaKurd- Îro li Tirkiyê 16 wezaret di bin serokatiya serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan de civiyan û di encamê de li ser mijara tatîlkirina dibistanan biryaran sitendin.
Li gor ragihandina berdevkê serokkomariyê İbrahim Kalın got; wê dibistanên seretayî, navendî û bakeloryayê di 16 ê adarê de dest bi tatîlê bikin. Heya 23 yê mehê wê dewam bike. Paşî, piştî 23 yê adarê wê xwendevan li malên xwe di ser rêya onlinê û televîzyonan de karibin hefteyekî dersên xwe bişopînin.
Xwendevanên zankoyan wê bi sedema berlêgirtina vîrusa koronayê 3 hefte tatîl bikin. Paşî wê Rêxistina Xwendina Bilind (YOK) hûrgiliyên bernameya tatîlê bi raya giştî re parvebike.
Her weha wê hûrgiliyên xwendina seretayî, navendî û bakeloryayê ji aliyê wezîrê perwerdê yê Tirkiyê de bê ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin