PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li ser pêkanîne herêma ewle li sînorê Rojavayê Kurdistanê mohlet da Amerîkayê û got, heta du hefteyên din heger ew encamekê ji herêma ewle bidest nexin, ew dê dest bi bicihkirina plana xwe bikin.
Erdogan diyar kir ku ew ji bo herêma ewle zêdetir alîkariyê ji Ewropayê dixwazin, ew dê ne tenê penaberên li Tirkiyê yên li Ewropayê jî li herêma ewle bicih bikin.
Serokomarê Tirkiyê wiha axivî: “Di lûtkeya sêqolî de me dît ku Rûsya û Îran jî li ser YPGê hevxemê me ne. Ji ber vê yekê divê rêkeftina me ya digel Amerîkayê ya li ser herêma ewle di zûtirîn demê de encam bide. Ger heta 2 hefteyan em encamek bidest nexin, emê dest bi plana xwe bikin.”
Rêkeftina ji bo avakirina herêma ewle 7ê Tebaxê di navbera Tirkiye û Amerîka de hatibû pêkanîn û navendeke leşkerî ya hevbeş hatibû avakirin ku ev demeke li sînorên Rojavayê Kurdistanê dewriyeyên leşkerî digerînin. Tirkiye tevî berdewama vê rêkeftinê jî nerazî ye û dixwaze operasyonekê li Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firatê pêk bîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin