Xelatgira Nobelê û Kurda Êzîdî Nadîa Mûrad, di her wesîleyê de, di her daxuyanîyên xwe de behsa Kurdan û Kurdbûna xwe nake, ji Kurdan zêdetir xwe wek Ereb dibîne û bi vê helwesta xwe dijberî û dijminatîya Kurdan dike. Nadîa ku ji alî Erebên DAÎŞê ve hatibû hêsîr kirin, tecawiz û êşkence lê hatibûn kirin, çima behsa Kurdan û Kurdbûna xwe nake nayê fêhmkirin. Kesên ku wê li dijî Kurdan didin pêş helbet nêt û armanca wan kifş e. Lê Nadîa çima û çawa fêhm nake, nayê fêhmkirin.
Nadîa Mûrad, di derbarê kujtina serokê ÎŞÎDê Bexdadî de di hesabê xwe yê Twîtterê de çend daxuyanî dan. Lê balkêş e, Nadîa Mûrad ji bo kujtina Bexdadî spasîya herkesî kiriye, behsa Êzîdî û Mesîhîyên Iraqê kiriye, lê çi hikmet be behsa Kurdan û kiryarên ku ÎŞÎDê li dijî Kurdan kirine, nekiriye. Wek her carê dîsa Kurd binpê kirine û weke ku ew bi xwe ne Kurd be, kerr û lal bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin