PeyamaKurd - Hikûmeta Tirkiyeyê ji danûstandinên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nerazî ye.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di bernameyeke televîzyonî de ragihand ku ew, li ser danûstandinên ENKS û PYDê de nerazî ne, “Amerîka û Rusya hewl didin YPG û PKKê bi navê Hêzên Suriyeya Demokratîk HSD ango bi navê ‘Kurdên Suriyê’ tevlî pêvajoya çareseriya siyasî bike.”
'Rusya hewlek ciddî dida YPG tevlî pêvajoya çareseriya siyasî bike'
Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, “YPG berî ku bi temamî bikeve bin kontrola Amerîkayê, Rusya hewlek ciddî dida YPG tevlî pêvajoya çareseriya siyasî bike û li ser wê yekê jî rijd bû.”
Çavuşoglu di dewama gotinên xwe de dibêje, “Amerîka jî niha dixwaze ENKS û YPGyê bike yek. Lê ew rê nadin li Bakurê Suriyeyê ne korîdoreke tororê were avakirin û ne jî rêxistinên terorê bên rewakirin.”
Frensa jî piştgiriya wê projeya Amerîkayê dike.
Roja 26ê Nîsana îsal, Şanderê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakur Rojhilatê Sûriyê William Roeback li gel alîkara xwe serdana Rojavayê Kurdistanê kiribûn û bi giştî li gel 22 partiyên Kurdî û bi taybet partiyên ser bi ENKSê û TEV-DEMê re hevdîtin kiribûn.
ENKSê ji bo hewlên wan spasiya Amerîka, hevpemaniyê û Herêma Kurdistanê kiribû
Encûmena Niştimanîya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di civîneke de girîngiya yekrêziya Kurdî anî ziman û di çarçoveya avakirina Sûriyeke demokratîk û federal a mafên rewa yên gelê Kurd li Sûriyê bisepîne de, ji bo hewlên Amerîka, hevpeymanên wê û Herêma Kurdistanê yên pêkanîna yekrêziya Kurdan spasî li wan kir.
Emîndariya Giştî ya ENKSê ragihand, wan roja 12ê Gulanê civînek bi vîdyo konferansê girê daye û tê de hewlên yekrêziya Kurdî hatin guftûgo kirin û tekezî li ser girîngiya yekrêziya Kurdî hat kirin, bi awayekî ku bikeve xizmeta doza Kurdî li Sûriyê û mafê gelê Kurd yên rewa di çarçoveya Sûriyeyeke federal, demokratîk û firehaliya netewî û olî de biçespîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin