PeyamaKurd – Doza Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ê ku ji 4ê mijdara 2016an ve li Girtîgeha Edîrneyê girtî tê darizandin, îro saet 10.00an li Enqereyê tê dîtin.
Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Demirtaş dê bi rêya Pergala Deng, Dîmen û Komînîkasyonê (SEGBIS) beşdarî dozê bibe û parastine xwe bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku daîreya 2yemîn a Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) li ser serîlêdana Selahattin Demirtaş biryar dabû ku mafê darizandina adil ê Demirtaş tê binpêkirin û divê were berdan.
DMMEyê herweha diyar kiribû ku divê hikûmet ji bo tehlîyekirina Demirtaşî gavên pêwist biavêje.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin