'Em piştgiriyê didin hilbijartineke azad û zelal'

'Em piştgiriyê didin hilbijartineke azad û zelal'

PeyamaKurd – Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel tekez kir ku ew ê piştgiriyê bidin hilbijartineke azad û şefaf.

Cîgirê Berdevkê Patel di civîna çapemeniyê de bersiva pirsa derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de da û got: "Em piştgiriyê didin hilbijartineke azad û şefaf ku hemû alî tê de beşdar bibin."

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro 18.03.2024ê derbarê rewşa niha ya Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê û biryarên Dadgeha Federalî daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em di berjewendiya gelê xwe û welatê xwe de dibînin ku partiya me biryarek nedestûrî û sîstemek li dijî îradeya gelê Herêma Kurdistanê û saziyên destûrî qebûl neke û beşdarî hilbijartinên ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî tên kirin, nebe."

Piştî paşxistina 11 rûniştinan li ser yasaya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 21ê Sibata 2024ê de, Dadgeha Federalî biryar da ku erkê birêvebirin û çavdêrîkirina gera 6emîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bide Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê.