Encûmena Wezîran bi serperestiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive

Encûmena Wezîran bi serperestiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û pêşkêşkirina Yasaya Veberhênana Kanzeyî li Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.

Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan îro 12ê Cotmena 2022yan diyar kir, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr dicive.

Herwiha da zanîn, civîn ji 4 xalan pêk tê, xala sereke ya civînê, pêşkêşkirina Yasaya Veberhênana Kanzeyî li Herêma Kurdistanê ye.

Xala duyem jî pêşkêşkirina nivîsa nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Bexdayê ye ku taybet e bi şopandina wan ji cîbicîkirina biryara Encûmena Wezîran a derbarê dabeşkirina petrolê de.

Xala sêyem jî derbarê pêşkêşkirina pêşniyara Wezareta Karûbarên Şehîdan û Qurbaniyên Enfalê ye, ji bo vegerandina ew minheya ku piştî cîbicîkirina yasaya çaksaziyê wergirtine.

Xala çarem jî pêşkêşkirina pêşniyara Wezareta Şaredarî û Geştûguzar ya ji bo sererastkirina xişteya hejmar (5) a biryara Encûmena Wezîran a li ser kirêdana herêmên pîşesaziyê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin