PeyamaKurd – Piştî ku wezareta berevaniya Tirkiyê ragihand ku operasyona Garê ya ser PKKê ya 10ê Sibatê dest pê kiribû bi dawî bûye û 13 welatiyên tirk jî kuştî hatine dîtin baskê leşkerî yê PKKê daxuyaniyek li ser bûyera ku dîlên leşker û polîs tê de can dane, belav kir.
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) a baskê leşkerî yê PKKê (HPG), li ser kuştina leşkerên esîr daxuyaniyek weşand û tê de got, armanca artêşa Tirk ne rizgarkirina wan êsîrên şer bûye û bi qest ew der hatiye bombebarankirin ku gerîlayan ji bo parastina êsîran û xwe berxwe dane.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku gerîlayan bersiveke tund dane artêşa Tirkiyê û nehiştine li Garê daxistina leşkerî pêk bînin û li ser bombebarankirina kampa êsîran wiha hat gotin:
“Li dijî kampa ku êrişa dagirkeriyê lê hate kirin û êsîrên şer ên hêzên ewlekariyê yên Tirk lê bûn, êrişeke bi xwînxwarî hate kirin. Ev kamp sibeha 10'ê Sibatê saet 05:00 destpêkê ji hewayî ve bi rengekî giran hate bombekirin, piştre jî ji bejahî ve bi her cûre teknîka şer êriş lê hate kirin. Hêzên me yên li vê kampê, ji bo xwe û êsîran biparêzin, di bin bombardûmaneke giran de bersiva pêwîst dan dagirkerên dixwestin bikevin kampê û derbên giran li wan dan. Artêşa Tirk a dagirker ku derb xwar û neçar ma bi gavekê xwe vekişîne, tevî ku zanîbû li vê kampê êsîr hebûn, bi balafirên şer careke din bombardûmaneke giran lê kirin. Bombardûmana giran a ku sê rojan dewam kir, şerê giran ê li derve û hundirê kampê, bû sedem ku beşek ji personelên MÎT'ê, leşker û polîsên dîlgirtî jiyana xwe ji dest bidin. Tevî ku mirovekî ji rêzê yên xwedî agahiyên leşkerî jî zane, bi êrişeke bi vî rengî ya li ser kampê kes ji wê derê sax nafilite, êrişa li ser vê kampê bi ti awayî ne ji bo rizgarkirina dîlgirtiyan bû, bi temamî ji bo kuştina wan bû. Yekane berpirsyarê kuştina van mirovan, Hûlûsî Akar e ku biryara vê êrişê da û ti hesta mirovî pê re nîne.”
HPGê herwiha da zanîn ku dema operasyonê dest pê kiriye wan daxuyanî daye û raya giştî bi kampa êsîrên di destê wan de ne agahdar kiriye û malbatên êsîran jî bang li dewleta Tirkiyê kirine ku dest ji vê operasyona metirsîdar berdin, lê êrîş bi israr hate dewamkirin.
HPGê di dawiya daxuyaniya xwe de daye xuyakirin ku ew dê bîlançoya şerê Garê yê navbera 10-14ê Sibatê piştre ji raya giştî re ragihînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin