ENKS bang li Kurdên Ewrûpayê kir: “Tevlî xwepêşandanan nebin”

ENKS bang li Kurdên Ewrûpayê kir: “Tevlî xwepêşandanan nebin”

PeyamaKurd – Nûnertiya Ewrûpayê ya Konseya Netewî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bangî Kurdên li diyaspora Ewrûpayê kir ku tevlî xwepêşandanên li Almanya û welatên din yên Ewrûpayê bên kirin nebin.

Nûnertiya ENKSê ya Ewrûpayê ji bo xwepêşandanên ku di 31ê Cotmehê de li Almanya û paşî li hinek welatên din yên Ewrûpayê bên kirin, di ser hesabê xwe yê Facebookê de bi nivîskî daxwuyaniyekî da.

ENKS, di daxwuyaniya xwe de got ku hinek derdorên siyasî bang kirine ku Kurd tevlî çalakiyan bibin lê ji Kurdên diyasporayê xwest ku tevlî wan çalakiyan nebin.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku ji bo Kurd berjewendiyên xwe yên li Ewrûpayê û destkeftiyên xwe biparêzin û ji bo ber li bandorên çalakiyan yên neyînî bigrin vê bangê kirine. Nûnertiya ENKSê ya Ewrûpayê weha got:

“Em gelek qedr û qiymetê didin ku Almanya û welatên Ewrûpa ji xelkê me re ewlehiyê, îstîqrarê, derfetên perwerdê û kar dane, ji bo parastina azadiya me û parastina nasname û çanda me derfetên ku dane me.

Em dubare dikin ku destkeftiyan biparêzin, têkiliyên ku me bi civakên Ewrûpa re daniye xwurt bikin û girîngiya wan bizanin.”

ENKS ji bo Kurdên li Ewrûpayê got ku bi hezir tevbigerin û daxwuyaniya xwe weha dewam kir:

“Em bangî xelkê xwe yê diyasporayê dikin ku bi berpirsiyarî tevbigerin, berjewendiyên giştî di ser her tiştî de bigrin û yekîtiya nav Kurdan biparêzin.

Dê ev tewrê we, ji bo doza me ya rewa û berjwendiyên xelkê me yê diyasporayê, dê xizmeta herî baş bike.”