PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) hişyarî da û ragihand ku dibe navenda nû ya belavbûna vîrusa koronaya nû welatên Afrîkayê bin.
Dîrektorê WHO yê Afrîkayê Dr. Matshidiso Moeti, li ser welatên Afrîkayê ku hefteya borî hejmara tûşbûyan 18 hezar kesan derbas kiriye û bêhtirî Hezar mirî çêbûne nirxandin kir.
Dr. Moetî ji BBCyê da xuyakirin ku vîrusa korona ji paytextên Afrîkayê derbasî nav bajarên din ên welatan bûye û heger hejmar zêdetir bibin sîstema tenduristiya wan welatan nikare tedawiyê bide û pêşiya belavbûnê bigire.
Dîrektorê WHOyê da zanîn ku welatên Afrîkayê ne xwedî alav û sîstemeke guncaw a tenduristiyê ne û nikarin heqî nexweşiya Covid-19 derkevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin