Iraq | 9 DAISîyên di komkujiya Spyker de cî girtibûn bi îdamê hatin mehkûmkirin

Iraq | 9 DAISîyên di komkujiya Spyker de cî girtibûn bi îdamê hatin mehkûmkirin

PeyamaKurd - Dadgeha Iraqê sizayê îdamê da 9 terorîstên DAIŞê yên destê wan di komkujiya kolêja serbazî ya Spyker de hebû.

Encûmena Dadwerî ya Iraqê ragihand, dadgeha navendî ya Iraqê sizayê mirinê bi ser 9 terorîstên DAIŞê de sepand ku havîna sala 2014an beşdarî komkujiya kolêja serbazî ya Spyker bûbûn.

Encûmena Dadweriya Iraqê da zanîn, tevahiya wan tawanbaran li sûcên xwe mikur hatine.

Havîna sala 2014an çekdarên DAIŞê derdora 1700 serbaz û xwendekarên kolêja serbazî ya Spyker a li parêzgeha Selahedînê komkuj kirin û termê beşek ji wan jî avêtibûn çemê Dîcleyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin