Li rojavayê Kobanê dewriyeya Rûs-Tirk geriya

Li rojavayê Kobanê dewriyeya Rûs-Tirk geriya

PeyamaKurd – Di çarçoveya rêkeftina navbera Rûsya û Tirkiyê de, îro 17ê Îlonê careke din dewriyeyeke leşkerî li rojavayê bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê hate birêvibirin.

Hat zanîn ku dewriye ji 4 panzêrên Rûsyayê û 4 jî yên Tirkiyê pêk hat û du helîkopterên Rûsyayê jî çavdêriya wan kirin.

Dewriyeya leşkerî ji gundê Aşmê yê rojavayê bajarê Kobanê ku li ser sînor e dest pê kir.

Dewriye li gundên Carqelê, Qeran, Selîb, Boban, Sêfitik, Til Şeîr, Sosan, Qewlê, Bender, Mişko û Cibinê geriya û car din vegeriya cihê destpêkê ya li gundê Aşmê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin