Fermandeyekî Pêsmerge: Di serê Pirdê de Pêsmergeyan komployeke mezin a dijmin sikandin

Fermandeyekî Pêsmerge: Di serê Pirdê de Pêsmergeyan komployeke mezin a dijmin sikandin

PeyamaKurd – Fermandeyekî Pêşmerge di derbarê destan mêrxasiya Pirdê de axivî û diyar kir, di şerê Pirdê de hêzên Pêşmerge komployeke mezin a dijmin şikandin û hebûna Herêma Kurdistanê parastin.

Îro 20ê Cotmehê, çaremîn salvegera destan û mêrxasiya Pirdê ye. Fermandeyê Pêşmerge li Kerkûkê Heme Rêgir daye zanîn, di destana Pirdê de hêzên Pêşmerge bi hêz û moralekî mezin şer kirin û komployeke mezin a dijmin şikandin û bi mêrxasî berevanî li hebûna Herêma Kurdistanê û xelkê Kurdistanê kirin.

Heme Rêgir herwiha diyar kir, di destana Pirdê de serê wan kesên ku dixwestin hemû Kurdistanê teslîmî dijminan bikin jî xwar bû û rûyê wan reş bû.

Wî fermandeyê Pêşmerge eşkere kir, hêzên Pêşmerge her dem mîna rojên 20 û 26 Cotmehê, çawa ku di şerên Pirdê û Sihêla de êrîş û planên neyaran pûç kirin, amade ne û di sengerên xwe de ne çimkî heta niha jî dijminên Kurdistanê mijûlî danîna planan in li dijî Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin