PeyamaKurd- Hevseroka HDPê Pervin Buldan û parlementerên HDPê bo serokkomariya Selahattin Demirtaş seredana Rêxistina Bilind ya Hilbijartinê kirin.
Li gor agahiyên ku ketin ser medyayê; bi yekdengiya hemû parlementerên HDPê seredana Selahattin Demirtaş bo namzetiya serokkomariya Tirkiyê hat qebûlkirin û seredana Rêxistina Bilind ya Hilbijartinê kirin.
Pervin Buldan ragihand ku seredan ne tênê seredana parlementerên HDPê ye lê serdana herkesê ku li Tirkiyê hêviya wî ya aştiyê, demokrasiyê, wekheviyê û azadiyê heye.
Pervin Buldan got ku 1.5 sale ku Selahattin Demirtaş di zîndanê de ye û eger di hilbijartinan de wekhevî hebe divê Demirtaş bê berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin