Li Seranserê cîhanê 330 hezar nexwesên koronayê bas bûne

Li Seranserê cîhanê 330 hezar nexwesên koronayê bas bûne

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku heya niha li seranserê cîhanê, zêdetirî 330 hezar nexweşên koronayê baş bûne.

Li gorî zanyariyên malpera şopandina koronayê “Worldmeter”ê, li seranserê cîhanê, 330 hezar û 203 kesên ku bi koronayê ketine baş bûne.

Ji van kesên ku bi koronayê ketine û baş bûne 77 hezar û 370 kes li Çînê bûn. Piştî Çînê bi rêze ev welat tên: Spanya (48 hezar û 21), Almanya (46 hezar û 300), Îran (29 hezar û 812), Italya (26 hezar û 491), Amerîka (22 hezar û 828), Fransa (21 hezar û 254) kes.

Li gorî zanyariyên malpera şopandina koronayê, li seranserê cîhanê, milyonek û 517 kes bi koronayê ketine û ji van 88 hezar û 450 kes bûne qurbanî.

Hêjayî gotinê ye ku, halê hazir milyonek û 9 hezar û 78 kesên tûşî wê nexweşiyê bûne û li bendê ne ku baş bibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin