Kurdekî Bakur ji bo Kongreya Amerîkayê namzed e

Kurdekî Bakur ji bo Kongreya Amerîkayê namzed e

PeyamaKurd - Kurdekî Bakurê Kurdistanê ku nîştecihê Amerîkayê ye, ji bo endamtiya Kongreya wî welatî bûye bernamzed.

Yahya Yukselê ku Kurd e û xelkê Bakurê Kurdistanê ye, li ser lîstrya Partiya Demokrat a Amerîkî xwe ji bo nûneratiya Wîlayeta Arîzonayê di Kongreya Amerîkayê de kiriye namzed.

Yahya li Amerîkayê jidayik bûye, lê dê û bavê wî ji Bakurê Kurdistanê ne û çendîn salan wî karê parêzeriyê kiriye û di sala 2004an beşdarî di kempîna bangeşeya John Kerry de kiriye.

Yuksel di malpera xwe ya taybet de bangeşe kiriye, ku wî xwe ji bo endamtiya Kongreyê namzed kiriye û daxwaza piştevaniyê dike.

Biryar e di mijdara vê sale de, hilbijartinên Kongreya Amerîkayê bên kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin