PeyamaKurd- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert got ku me biryar daye ku li dijî IŞÎDê em bi Kurdistanê re bixebitin.
Nauert di daxuyaniyê de got ku me biryar daye ku em li dijî IŞÎDê, bi Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê re bixebitin. Di van rojên dawî de Hêzên Iraqê yên hewayî li Sûriyê li dijî IŞÎDê operasyonek kiribûn. Di vê mijarê de Iraqê em agahdar kiribûn.
Nauert got ku em ê têkoşîna xwe ya li dijî IŞÎDê bidomînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin