Nêçîrvan Barzanî îro bi aliyên siyasî yên Kurdistanî re dicive

Nêçîrvan Barzanî îro bi aliyên siyasî yên Kurdistanî re dicive

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Rêwaz Fayeq jî di civînê de amade dibin.

Îro Sêşemê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Serokatiya Encûmena Wezîran û Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê dicive, û dê pêşhatên dawiyê binirxînin. Piştre Nêçîrvan Barzanî dê li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicive. Di vê civînê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, Seroka Parlamentoya Kurdistanê, Rêwas Fayeq û herwiha Serokomarê Iraqê Berhem Salih jî beşdar dibin.

Weke ku berê hatibû ragihandin, Nêçîrvan Barzanî dixwaze li hember vê rewşa ku li Iraqê çêbûye, helwest û nerîna aliyên siyasî yên Kurdistanî bike yek.

Herwiha di civînê de dê tekez li ser mafê gelê Kurdistanê di Iraqê de bê kirin, bi tayebetî ku niha behsa destkarîkirina destûra Iraqê heye.Kurd tekez dikin ku divê mafên gelê Kurdistanê di destûrê de parastî bin, wê demê ew rêgir nabin li ber destkarîkirin û guhertin hin bendên destûrê.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê, Dilşad Şehab di vê derbarê de ji Rûdawê re ragihand, tê çaverêkirin hemû aliyên başurê Kurdistanê beşdarî civîna îro bibin ku hemû dilgirin ji rewşa niha ya Iraqê, ji ber ku arasteya bûyeran ne xuya ye.

Dilşad Şehab diyar kir, ji ber vê rewşa heyî pêwîst bû ku Serokatiya Herêma Kurdistanê civîneke weha encamp bide , ji ber ku me tu çareyeke din nîne ji bilî yekdengiyê.

Pêştir Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di 16.10.2019an de li Hewlêrê bi kesên yekem û serokên partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re civiyabû.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin