PeyamaKurd – Sendîkaya Doktoran û Rêveberên Tenduristiyê ya Îtalyayê hişyarî da Tirkiyê û welatên din da ku karmendên tenduristiyê di rûbirûbûna Covid-19 de bi alavên pêwîst biparêzin û şaşiya ku li Îtalya hatiye kirin nekin. Doktorên Îtalî gotin, ji ber ku êdî modelek li ber wan heye û yên dersê jê negirin wê sûc bikin.
Îtalya yekem welatê Ewropî yê ku pêşî vîrusa korona lê belav bûye û hejmara herî zêde tûşbûyan û miriyan lê çêbûye ye.
Heta niha li Îtalyayê 140 hezar kes bi vîrusê ketine û hejmara miriyan jî gihîştiye 18 hezar kesan ku 10 hezar tûşbûyî jî xebatkarên tenduristiyê ne. Heta niha li Îtalyayê 69 ji wan doktor 120 karmendên tenduristiyê ji Covid-19 can dane.
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Doktoran û Rêveberên Tenduristiyê ya Îtalyayê (Anaao Assomed) Carlo Palermo, got ku dema vîrus hatiye Îtalyayê ji ber nezanî û bêtecrubetiyê wan windayên zêde dane, lê êdî welatên din ên ewropî her tiştî dizanin û divê ji her rewşê re amade bin.
Parlermo ragihandiye ku dubarekirina xetayên Îtalyayê êdî sûc e û got ku divê welatên wekî Tirkiyê Îtalyayê wekî model bibînin jê dersan werbigirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin