Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja Çarsemê sond dixwe

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja Çarsemê sond dixwe

PeyamaKurd - Desteya Serokayetîya Perlemantoya Kurdistanê bernameya karê rûniştina roja çarşemê ya dengdana kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê belav kir.

Li gor bernameya parlamentoyê ragihandiye, di roja çarşemê 10. 07. 2019an de Parlementoya Kurdistanê baweriyê dide kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê û di heman rojê de Mesrûr Barzanî weke serokwezîrê Herêma Kurdistanê sond dixwe.

 Herwiha di roja çarşemê de bawerîdan bi serokê encumena wezîran tê dayîn û serokwezîr, cîgirên serokwezîr û wezîrên nû yên hikûmetê jî sonda yasayî dixwînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin