Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 21 wefat û 2380 pêketiyên nû

Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir: 21 wefat û 2380 pêketiyên nû

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 2380 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 21 kes jî mirine.

Wezareta Tendurustiyê di daxuyaniya îro Yekşemê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 2380 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ji wan 742 kes li Hewlêrê, 1030 kes li Silêmaniyê, 432 kes li Duhokê, 136 kes li Germiyanê ne.

Wezaretê diyar kir, di nav 24 demjimêran de 21 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hewlêrê, 8 kes li Silêmaniyê, 7 kes li Duhokê, 2 kes li Helebce û 2 kes li Germiyanê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 615 nexweşên Covid-19 jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên vîrusa koronayê gihîşt 253458 kesan, heta niha 4932 kes pê mirine û 205490 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin