PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Duşemê 15ê Mijdara 2021ê pêşwazî li Bafil Talebanî kir.
Di hevdîtinê de, piştî nirxandina rewşa giştî û pirsên niha, tekezî li yekrêziya niştimanî ya Kurd û yekxistina hewlan ji bo çareserkirina pirsgirêkan û xizmetkirina xelkê Kurdistanê hate kirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, qonaxa nû ya Iraqê û piştî hilbijartinan hat behs kirin û girîngiya yekxistina gotara Kurdî li Bexdayê bi pêwîstî hat zanîn û daxwaza Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya ji bo yekîtî û yekrêziya mala Kurd hate dubarekirin.
Herwiha tekezî li ser projeyeke hevbeş a niştimanî hate kirin li ser binemaya berjewendiya netewî ji bo tevahiya pirsên siyasî û dariştina bernameyeke hevbeş a dualî, ji bo serederîkirina ligel pirsa pêkanîna hikûmeta bê ya Iraqê û çespandina perensîpên şirîkatiyê di hikumraniyê de û cîbicîkirina daxwazên welatiyan û bicihkirina aramiyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin