Hemû deriyên sînor ên di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de vedibin

Hemû deriyên sînor ên di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê de vedibin

PeyamaKurd - Komeleya Hawirdekar û Hinardekarên Herêma Kurdistanê ragihand ku piştî girtina deriyên sînorî ji ber şerê dawî yê di navbera Îran, DYA û Îsraîlê de, pêvajoya vekirina deriyan bi her du aliyan ve dest pê kiriye. Tê payîn ku di nava çend rojên pêş de hemû xalên sînorî bi tevahî ji bo trafîkê werin vekirin.

Li gorî daxuyaniya fermî, Deriyê Sînor ê Şûşmayê (Tewêle) di Adara 2026an de û Deriyê Sînor ê Seyranbanê jî di êvara 9ê Adarê de ji bo trafîka bazirganiyê hatine vekirin. Hat diyarkirin ku di dema herî dijwar a aloziyê de tenê deriyê Başmakê vekirî mabû, lê niha xalên din jî gav bi gav dikevin xizmetê.

Komeleyê destnîşan kir ku amadekarî ji bo vekirina deriyên sînorî yên herî giring, Hacî Omeran û Perwîxanê berdewam dikin. Tê pêşbînîkirin ku di rojên pêş de ev her du derî jî dest bi xebatê bikin û pêwendiyên bazirganî yên li herêmê bi tevahî vegerin rewşa xwe ya asayî.

Derbarê rewşa deriyê Başmakê de hat ragihandin ku niha rojane nêzîkî 500 kamyonên transît û barhilgirên berhemên ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Herêma Kurdistanê dibin. Piraniya kelûpelên hawirdekirî ji pêdiviyên bingehîn ên mîna fêkî, sebze, berhemên şîr û vexwarinan pêk tên.

Ev gava asayîbûnê ji bo aboriya herêmê û dabînkirina xwarinên bingehîn di nav bazarên Herêma Kurdistanê de wekî geşedaneke giring tê nirxandin.