PeyamaKurd - Welatiyek xelkê Akrê bi mebesta ku qertê dengdanê wergire çû bajarê Mûsilê û li ser xaleke pişkinînê rastî êrişa Heşda Şebî hat û bi giranî birîndar bû.
Kurmamê wî kesê ku, ji aliyê Heşda Şebî ve birîndar buye Bêwar Sibhî ragehand ku, roja pêncşemê kurê mamê min bi navê Rêber Tahir ji dayîkbûyê sala 1988ê ye û bi xwe pêşmergeye dema çû parêzgeha Mûsilê daku, kerta xwe ya dengdanê bigre rastî erişa çekdarên Heşda Şebî hat û paşî hat girtin.
Herwiha da zanîn ku, gunehê wî kesî tenê ji ber ku pêşmerge bû, amaje bi wê yekê kir ku, niha ew pêşmerge li nexweşxanê ye û rewşa tendirustuya wî nebaşe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin