Hewlêr di rewşa amadebaşiyê de ye: Parêzgar li gel qaymeqaman civiya

Hewlêr di rewşa amadebaşiyê de ye: Parêzgar li gel qaymeqaman civiya

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, îro bi mebesta gotûbêjkirina amadekariyên ji bo rûbirûbûna rewşên awarte, li gel hemû qaymeqam û rêveberên nahiyeyên sînorê parêzgehê civînek berfireh pêk anî.

Civîn di demekê de pêk hat ku herêm rûbirûyî guhertinên bilez ên siyasî û ewlehiyê dibe.

Di civînê de, parêzgar bal kişand ser rewşa aloz a herêmê û daxwaz ji saziyên xizmetguzariyê kir ku di rewşa amadebaşiyê de bin. Her wiha hat tekezkirin ku divê di navbera yekeyên rêveberiyê û hêzên ewlehiyê de hemahengiyeke temam hebe ji bo parastina seqamgirî û aramiya paytext û derdora wê.

Yek ji mijarên sereke yên civînê, parastina debara welatiyan û kontrolkirina bazarê bû.

Parêzgar Umêd Xoşnaw lijneyên çavdêriyê erkdar kirin ku bi hûrgulî çavdêriya nirxan bikin, rê li ber her cure firsendperestiyê bigirin. Her weha ji wan xwest ku nehêlin di vê dema krîzê de pêdiviyên sereke li ser welatiyan werin girankirin.

Rêveberiya parêzgehê da zanîn ku ev amadekarî ji bo wê yekê ne ku di encama guhertinên ewlehiyê de jiyana rojane ya welatiyan neyê astengkirin.

Hat ragihandin ku saziyên hikûmetê ji bo her pêşketinê plana xwe ya awarte amade kirine.