PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşwazîkirina koçberên êrîşên Tirkiyê yên Rojavayê Kurdistanê amadekariyan dike û ji welatên cîhanê dixwaze alîkariyên mirovî ji wan re bişînin.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, hikumeta Herêma Kurdistanê bi rêya konsûlxaneyan û nûnerînîyên welatan yên Herêma Kurdistanê daxwaz kiriye alîkarîkarîyan bigihînin hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo alîkarîya koçberên Rojavaya Kurdistanê.
Adil bal kişand ser ku heta niha 200 koçber ji Rojavaya Kurdistanê û bakurê Suriyê gihîştine Herêma Kurdistanê û çaverê dikin hejmar gelekî zêde bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin