Li Îranê teqîn: Kustî û birîndar hene

Li Îranê teqîn: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd - Li bajarê Çabahar ê Îranê di encama êrîşeke bombeyî de herî kêm 3 kesan can da û gelek kes jî birîndar bûn.

Televizyona dewletê ya Îranê ragihand ku êrîşeke bombeyî li bajarê Çabaharê rû daye û di encama wê êrîşê de li gor zanyariyên destpêkê 3 kesan can daye û herî kêm 19 kes jî birîndar bûne.

Hat diyarikirin ku li herêma teqînê, dengên çekan tê.

Ajansa IRNAyê ragihand ku êrîşa bombeyî nêzîkî xala polîsan pêk hatiye û wekî êrîşeke terorî hat pênasekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin