THY ji rêwiyên herin Tirkiyê dê belgeya testa Kovid-19 ê bixwazin

THY ji rêwiyên herin Tirkiyê dê belgeya testa Kovid-19 ê bixwazin

PeyamaKurd – Rêvebirê giştî yê THY (Turkish Airlines) Bilal Ekşi ragihand ku li gor fermana wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê, ew rêwiyên ku piştî 28 ê mehê ji derve herin Tirkiyê, divê belgeya testê ya PCR ê ya di nava 72 sietên dawiyê de hatibe sitendin, nîşan bidin da li Tirkiyê nekevin karantînayê.

Bilal Ekşi, li ser mijarê di ser hesabê xwe yê Twitterê de peyamekî belav kir. Ekşi di peyama xwe de weha got:

“Di çarçoveya têkoşîna li dijî Kovid-19 ê wezareta me ya tenduristiyê xwestiye ku ji 28 ê mehê û bi şûnde, rêwiyên ku bi rêya THY werin Tirkiyê, dê ji wan belgeya testa Kovid-19 ê ya negatîv ya di nava 72 sietên dawiyê de hatiye sitendin bixwazin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin